Dengbêj Şakiro - Nêçîrvano (Orchestral Hiphop Remix / Epic Arrangement)

Dengbêj Şakiro - Nêçîrvano (Orchestral Hiphop Remix / Epic Arrangement) -We are thrilled to present Dengbêj Şakiro's legendary track, "Neçirvano," reimagined with rich orchestral arrangements and modern rhythms. 🎧 Headphones recommended for the best audio experience. 🔔 Subscribe to our channel to support our upcoming projects! -Em kêfxweş in ku berhema herî navdar a Dengbêj Şakiro "Nêçîrvano", bi aranjmanên orkestral ên dewlemend û rîtmên modern pêşkêşî we dikin. 🎧 Ji bo rehetî û daxwaza dengê herî baş, gûhdarîkirina bi qulaxkê (headphones) tê pêşniyarkirin. 🔔 Ji bo piştgiriya projeyên me yên nû, nebûna aboneyê qenala me ji bîr nekin! Lyrics: Nêçîrvano lo lo, lawiko mi ji te ra nego li vî berî. Egîto mi ji tera nego li vî berî, ha li vî berî pismamo, li vî berî, ha li vî berî.   Bozekî çaçanî kapreşî çavreş siware, beşlikê Romê davêjî milê çepê. Cotê tejiyê kemê reşê xezalî davêjî merezê. Çawa berê xwe didî gazan û bêlana? Gelo vê sibengê, malxirabo, nêçîra xezala digerî li vî hemberî?Tu nizanî ez xezal im, xezal a egît im. Gerdena mi zer e, çepilê min dirêj e. Porê mi kej e, nava mi bi qendîl e, zenda mi bi bazin e, tiliya mi bi gustîl e. Lêva mi tenik e, pozê mi bi qerefîl e.Sî û sê gulî ser bejna min a tenik û zirav bûne çîte. Dêrisê gundê me da bîst û çar eşîr in.   Lo lo oy oy oy lo Segvano, tu nizanî seb xatirê çav û buriyê min ê reş û belek ketini dawê. Ocaxkoro bîst û çar serî Segvano. Egîto sibe ye, tu nizanî, seb xatirê çav û buriyê min ê reş û belek ketine dawê. Hey wax li minê bîst û çar serî.Ê de lo lo hoy hoy lo Segvano, piçûko xişîmo nezano lo Mijdevano.   Nêçîrvan digo de lê lê: “Xezalê, tu nizanî gelo ne ez Şemo me. Ez Şemo me, xwedanê hefsid miyê serê di çiyê, donzdeh kehêlê serê tewlê me. Ji malê sar dibim li bozî çaçanî kapreşî çavreş.”   Bêşlîkî Romî davêjim milê çepê, cota tajiyê kemê reşê xezalî davejim merezê.Berê xwe didime gazan û bêlana nêçîra van xezala. Tu dêhna xwe bidê xênc ji muhuba dilê xwe bi tenê, ne bi aşiqê qîz û bûkê di xelkê me, ancax dêrisê gunda da bi aşiqê rihma di Xwedê me.De lê lê hoy hê lê, Xezalê wax ay, bejnziravê, çepildirêjê, porkejê, navqendîlê, rûbixalê derva sare. Qasekî li kêleka mi rûnê, li bircê kelê li yalî malê. Xezalê digo de lo lo: “Lawîko, buhar e. Malê ma danîne li zozana li ber beleka.”Lo Segvano ho ho… Egîto buhar e, malê me danîne zozanê jorîn. Ji xwe ra ber beleka, ezê tu nifirê li te nakim. Tu ter û can î, genc î, ber mala xwe be.Hevî gumana mi heye ji Xaliqê alêmê Rebê Jorîn, mîrê di mîra ji Şêxê Meleka. Te tim û tim cara aniye serê pir û pir geleka.Belkî vê sibengê Xaliqê alemê Rebê Jorîn bi dil bike gelo berfekî bibare, salekî şeş meha bimîne li erdê, qir bike hefsid miyê xwe yê serê di çiyê, donzdeh kehêlê serê tewlê. Di darê biharê ra bihasilî li dewê du çêleka. Ê de lo lo lo loy hoy hoy lo Sekwano, hoy hoy piçûko, xişîmo, nezano, lo Mijdevano.   Xezalê digo de lo lo: “Lawiko, navê te nizanim. Divêjim şar hişîno, şar gewezo.”Le Segvano ho ho ho… Egîto navê te nizanim, ji te ra dibêjim şar hişîno, şar gewezo. Li bozekî çaçanî kapreşî çavreş siwarî.Bêşlîkê Romê diavêjî milê çepê, cota tajiyê kemê reşê xezalî davejî merezê.   Îro li gazan û bêlana nêçîra xezala digerî bi xar û lezo. Eger tu nêçîrvan î, nêçîrvanê van xezala bêbextiya meke. Qasekî li ser milê xwe yê çepê bizivire.   Terr û canî gencî xelkê tu ji bîr meke. Li ser milê xwe yê çepê bizivire, gerdena min a zer mêzeke.Tu nizanî ez xezal im, xezala egît im. Gerdana mi zer e, çepilê mi dirêj e. Porê mi kej e, nava mi bi qendîl e, zenda mi bi bazin e, tiliya mi bi gustîl e. Lêva mi tenik e, pozê mi bi qerefil e.Sî û sê gulî li ser bejn a min a tenik û zirav bûne çîte. Dêrisê gunda da karekî karxezala, hey wax li minê ku jê ezo.   Ê de lo loy hoy hoy lo Segvano, piçûko xişîmo nezano lo Mijdevano. #DengbejŞakiro #Necirvano #RawAnatolian #OrchestralRemix #kurdishmusic