Hatîce li Gundikê Melî bi karê xwe hêzê dide jinan

Hatîce Înal li Gundikê Melî bi şixulandina firinê debara xwe dike û zarokên xwe pê xwedî dike. Hatîceyê ku bi karê xwe li bajarokê bûye mînak, bi hewldana xwe hişmendiya ku jin nikare kar bike guhert. Ji bo Hatîceyê xwestek girîng e û got: "Dema jin bixwaze dikare bi ser keve." Her jinek serpêhatiyek wê heye. Bi serpêhatiyên xwe ji gelek jinan re dibin hêz û mînak. Yek jî wan Hatîce Înal a 37 salî ye. Hatîce li bajaroka Gundikê Melî ya Şirnexê dijî. Hatîce 7 sal in firinek dide şixulandin û pê debara xwe dike û 6 zarokên xwe xwedî dike. Hatîce bi eslê xwe ji Gundikê Melî ye, ji zarokatiyê heta vê temenê xwe her tim xebitiye. Hatîce di 19 saliya xwe de bi zora malbatê tê zewicandin. Piştî ku dizewice berpirsyarî, kar û barên wê zêde dibin. Hatîce 6 zarok tîne dinê. Ji bo wê bêtir jiyan zehmet dibe, lê tu carî hêviya xwe ji jiyanê nabire. Hatîce ji bo debara xwe bike, cara ewilî li mala xwe dezgeha xwe vedike û dest bi çêkirina beqlaweyan dike. Hatîce beqlewayên ku çêdikir difirot û pê debara xwe dikir. Ji xwe re cihê firinê vekir Hatîce, li aliyek karê malê dike û aliyek jî beqleweyan çêdike. Hatîce wiha rewşa xwe anî ziman: "Du tiliyên destê hevjînê min nîne, ji ber vê jî nikare her karî bike. Ligel çêkirina beqleweyan min dest bi çêkirina qehweya kizwanan jî kir. Lê piştî demekî êdî bi çêkirina beqleweyan debar nedibû. Êdî zarok mezin dibûn, diçû dibistanê û hewcedariyên wan zêdetir dibûn. Ji ber vê min biryar da ku ez karê xwe êdî ne li malê li derve bikim. Bo wê yekê min firinek vekir." ‘Min hişmendiya heyî têk bîr' Hatîce, wiha behsa vekirina firinê kir: "Ev bû 7 sal ez vî karî dikim û nan dipêjim. Ez pê debara xwe dikim. Min bi helwesta xwe hişmendiya heyî jî têk bîr. Ji ber ku karê firinê wek karê mêran dihat dîtin. Ez ji bo zarokên xwe bi keda destê xwe dixebitim. Ez li malê jî dixebitim. Ez bi karê xwe serbilind im û li ser piyê xwe disekînim. Her wiha kesên ku tên firinê jî kêyfxweşiya xwe tînin ziman. Belê jiyan zehmet e lê jin dikarin li dijî her cûreyên zehmetiyan bi ser kevin." 'Ar û dar buhabûn' Hatîce, diyar kir ku qeyrana aboriyê bandorek mezin li wê jî kiriye û wiha dom kir: “Her wiha ev qeyrana aboriyê bandorê li min jî kir. Ez ar, dar û hemû tiştên dinê bi diravê dikirim. Lê ji ber ku bihayê wan gelek giran bûye em nikarin wek berê zêde bikirin û gel jî nikare nan bistîne. Ji ber vê qeyranê em jî ketin nav tengasiyê. Lê ji neçariyê dîsa têm nanê xwe dipijînim. Ji ber ku divê ez debara xwe bikim. Lê dîsa jî têr nake. Em nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin. Em gelek zêde dikevin zirarê. Piştî buhabûnê firotina nan jî kêm bû. Ji bo ku debara xwe wek karek alternatîf min dest bi çêkirina qehwa kizwanan kir.” 'Darên me yên kizwanan hatin şewitandin' Hatîce, bi lêv kir ku ji bo debara xwe bikin wek alternatîf karê çêkirina qehwa kizwanan dike û ev tiştan got: “Ez kizwazên xwe tînim davêjim firinê, diqelînim. Piştre wan dibim dikim makîneyê. Ez bi kizwanê qehwe, sabûn û rûn çêdikim. Her wiha bi rûnê kizwanan merhemê jî çêdikim û wan jî difroşim. Em kizwanan dikirin. Îsal hemû darên me yên kizwanan yên li Çiyayê Cûdî hatin şewitandin û birîn. Îsal kizwan gelek kêm bûn.” Hatîce, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez dixwazim jin mihtacê mêran nebin. Divê jin bi kar û barê xwe serbilind bin. Jin dikarin her cure karê bikin. Ji ber vê yekê bila nebêjin ez nikarim." . . . #kedkar #işçi #emekçi #kadın #jin

Cooking Lamb Abgoosht in a Stone Pot & Baking Lavash Bread | Traditional Village Life
▶︎

Cooking Lamb Abgoosht in a Stone Pot & Baking Lavash Bread | Traditional Village Life

People of Şırnak Gathered for the Traditional Spring Event 'Adarok'
▶︎

People of Şırnak Gathered for the Traditional Spring Event 'Adarok'

Even kids will love eggplants with this delicious recipe! Easy and cheap eggplant recipe!
▶︎

Even kids will love eggplants with this delicious recipe! Easy and cheap eggplant recipe!

DENGÊ BOTAN - GUNDIKÊ MELÊ / ŞIRNEX
▶︎

DENGÊ BOTAN - GUNDIKÊ MELÊ / ŞIRNEX

Making Lemon Juice With a Giant Wooden Press!
▶︎

Making Lemon Juice With a Giant Wooden Press!

LI GUNDIKÊ MELÊ ADAROK HAT PÎROZKIRIN
▶︎

LI GUNDIKÊ MELÊ ADAROK HAT PÎROZKIRIN

IRAN daily village life; baking bread and minced meat
▶︎

IRAN daily village life; baking bread and minced meat

A Turkish family taught me this trick: Eggplants taste better than meat!
▶︎

A Turkish family taught me this trick: Eggplants taste better than meat!

In a small Turkish town I learned how to prepare eggplants so deliciously!
▶︎

In a small Turkish town I learned how to prepare eggplants so deliciously!

Chicken Cheese Stuffed Naan Recipe Better Than Restaurant | Soft & Fluffy
▶︎

Chicken Cheese Stuffed Naan Recipe Better Than Restaurant | Soft & Fluffy

2000 Years Old Persian Food in Tehran Bazaar | Iran Dizi!!!
▶︎

2000 Years Old Persian Food in Tehran Bazaar | Iran Dizi!!!

A NEW Summer Dessert that's Driving the World Crazy!Delicious with tea in just 10 minutes!No baking!
▶︎

A NEW Summer Dessert that's Driving the World Crazy!Delicious with tea in just 10 minutes!No baking!

Meatballs & Green Beans Stew, & Tandoor Fatir Bread | Rainy Day Village Cooking
▶︎

Meatballs & Green Beans Stew, & Tandoor Fatir Bread | Rainy Day Village Cooking

ئەو دوو بەرپرسەی لە هەولێر گیراون کێن؟
▶︎

ئەو دوو بەرپرسەی لە هەولێر گیراون کێن؟

ADAROK EVENT IN GUNDIKE MELI TOWN
▶︎

ADAROK EVENT IN GUNDIKE MELI TOWN

Grandma's Secret Homemade Donuts: Everyone Wants This Recipe!
▶︎

Grandma's Secret Homemade Donuts: Everyone Wants This Recipe!

I learned this trick IN a pastry shop! Strawberry dream IN 4 mINutes!
▶︎

I learned this trick IN a pastry shop! Strawberry dream IN 4 mINutes!

Li Şirnexê çanda cûnî û destar ji aliyê jinan ve tê parastin
▶︎

Li Şirnexê çanda cûnî û destar ji aliyê jinan ve tê parastin

Unbelievable Smart Worker & Hilarious Fails | Construction Compilation #7 #adamrose #smartworkers
▶︎

Unbelievable Smart Worker & Hilarious Fails | Construction Compilation #7 #adamrose #smartworkers

I found the EASIEST dessert recipe in the world! QUICK, TASTY, and EASY!
▶︎

I found the EASIEST dessert recipe in the world! QUICK, TASTY, and EASY!