Xelîl Xemgîn - Siwaro (Official Audio)

Xelîl Xemgîn - Siwaro Album: Siwaro Text & Musik: Xelîl Xemgîn Çavkanî: Hesen Cizîrî SIWARO Siwaro, siwaro hêy... Siwaro min got îro bi mije, Banê kehlê, jê re dibêjine bi mije/ gebarê Botanê... De bejna bavê nadirê siwarê mihubê dilê min rebena xwidê, Vê sibê li serê çiyayên kurd û Kurdistanê gije-gije... Siwaro, siwaro... hewar e ji tere nemînim lo lo...! Siwaro tu siwarê rojhelatê siwarê şerqê.... Şernexê virana heya amedê... Ji serê rêyan û derban, li berê birbangê û şefaqa sibê... De mîna hêlkan û firqeta bayê serê sibê Li Cizîra Botan, hênik,hênik diherike û pêl dide... De belav dike li bakur û başûr, mizgîn dike Mizgîna buhar û felatê ayî... Siwaro... dilê min bitere lo lo...! Siwaro, rabe sibe ye, sibe derenge.... Tîrêjin rojê şewqa xwe da ye birc û banya Girtî tev bajar û gunde, dixemlîne ayî.... Qebiqeba kewê kozê vê sibê dixwîne li ser hêlînê. Fîxan û çîkeçîka dengê bilbil û şehlûra, Awaz û xweş denge... De rabe xwe bi çek û rext û rum û mertalên xwe girê de Bese ji vê xewa bê dilî û bê denge... Ev roja tolheldan û yekheva mezine. Ev roja serhildan û cenge. Derabe siwarê mihubê dilê min lo lo...! Gotin û Muzîk: X. Xemgîn Çavkanî: Hesen Cizîrî Hesabên min ên fermî evin./ Follow Xelil Xemgin on his social media accounts: Instagramm:   / x_xemgin   Facebook: https://www.facebook.com/Xelilxemgino... Twitter:   / x_xemgin   #xelilxemgin #bagok #siwaro