XELÎL XEMGÎN- DELAL
Gotin û Muzîk: Gelêrî Verziyonek ji Delalên Edulê bo Derwêşê Evdî!. DELAL. Delal... Heylo lo delal..., lo weylo, loweylo.... xem û xeyala min heylo lo weylo.... Delal. Delalê min delalîne, siwarê hespê kihêlî nêrî kab hişîne, Telesma ser devê delalê min, simêlên sohrî henabîne bi ser rûyan de, şikestîne. Hogê binê beriyê, stêrka serê sibê, gelewêja birbangîne, lo wey lo.... Delalo wezo, ya bext reş û ser bi dumane wezo, ya dewran lê qulibiya ya wezo, Ya li ebrê Milan, li navbera çît û perdan û stûnê konan de, bext û miraz lê şikestiya ye wezo, na weleh, ya li ebra Milan weza ji delalî malê re nemayo weylo..... xem û xeyala siwarê dilê min kanî weylo.... Delalo were mala, wez bi qurbano were mala, Serê vê sibê ji pêşiya deriyê mala rabûn, sê karên, sê xezala... Yekê xwe daye pêşiya delalê malê, herdu yên din, jêra hogir û hevale... Yadê, dikim taştiyekê ji delalî malê re çêkim, wez dikim berxê berderiyê kozê, Yek salî, dolê wî beranî, jêre serî jêkim, di sinîka zîv û zêr de, bi birinca qerejdaxê, rûnê heft hîzan û kûzan, jê re lêkim, lo weylo... Gava delalî malê qayîl nebe, wezê sîng û berê ubêda, stuyê gerden û morî û mircanan, bi zendên gistîr û bazina, bi hemêla qumrîka, jê re bi serda li bakim.... Yadê wez dikim delalî malê li ebra milaniyê bi rêkim. Wez dikim linga di zengê kim, Ji kef û nênukên hinekirî, ji bazinên zenda rihînekê di binê beriyê kim. Dikim delalî xwe berdim: Li xêma binê berriyê, li deşta dûze Li kendalên xûze... Li girê Qermîtê, Li binê Mêrdînê, li qûça neyaran Li erdekî bê pîvane, li kişandina şûr û mertalan, li qulibandina çeplên xweşmêra.. Li gurmîn û reqe reqa ewran, li şerekî mezin û girane. Wey xwidêyo, bavê min xêr û xweşiyê ji xwe nebînê, ev çi dîn û çi wijdane, Delalê malê, Bi tenha li hember hezar û heftsed siwarê Gêsan û Tirkan, Di şer û cenga girane... Lo weylo... xem û xelaya siwarê min kanî delal. Gotin û awaz: gelêrî. Berhevkirin: Xelîl Xemgîn Hesabên min ên fermî evin./ Follow Xelil Xemgin on his social media accounts: Instagramm: / x_xemgin Facebook: / xelilxemgino. . Twitter: / x_xemgin #xelilxemgin #name #delal

ساعة كاملة من اجمل اغاني هوزان دينو || Saetek ji stranên herî xweş ên Hozan Dîno

Koma Gulên Xerzan - Helime

The Tale of Mem and Zin

Xelîl Xemgîn - De Werê Lê (Official Audio)

Dengbêj Şakiro - Kekê Xiyasedîn (Orchestral Techno Remix / Epic Arrangement)

Mırın Xweştir Jı Vî Hali 2026 ( Evina Te | Kürtçe Duygusal Şarkı (Lyric Video) 2026 Denge Welat)

Mihemed Arifê Cizîrî Stiranên Dilînî ; Sibe Züye Gidyabo Zozanîyê 4K

Delîl Dîlanar - Neçîrvano - |Album: Neçîrvano|

ئاوازێن زێرین - خەلەکا ئێکێ - تەحسین تاها - Awazên Zêrîn - xeleka êkê - Tehsîn Taha

XELİL XEMGİN DILBU DERYA 2018

Xelîl Xemgîn - Hogir (Official Audio)

Dengbej Şakiro – Gule Deran | Full Album | Restored Original Archive Recording

Ji boy Bîranîna Hunermendê Miletîyê ARAMÊ TÎGRAN - Montaj: T'êmûr Dasnî 2003

Tahsin Taha - Rabe Cotyar (Full Album)

أغاني هوزان دينو | Hozan Dino @HozanDinoOfficial

Brader - Harunê Min
![Ergîn Xelîkan – Şivan [Official Music Video]](https://i.ytimg.com/vi/n69wzNAaeZg/hqdefault.jpg?sqp=-oaymwE9CNACELwBSFryq4qpAy8IARUAAAAAGAElAADIQj0AgKJDeAHwAQH4Af4EgALgA4oCDAgAEAEYUyBlKGUwDw==&rs=AOn4CLAepILEzPXb3X_ERyBnhWspd13hIA)
Ergîn Xelîkan – Şivan [Official Music Video]

