MEMOYÊ SILO - HEY LÊ WAYÊ
HEY LÊ WAYÊ Dê hay la lê wayê, keko şerekê me daketiye Goma Şemê Dodikê, Mertal gêrand, mertal digerandin, xwedanê xwîna bozbeleka dijmina, Vê sibê dajotin pêşiya melekiya, dajotin dideqandin. Keko efado, gulekê berî bedena mamî Ozmên kekê Xezebê, siyarê sorbazê dane, Hey lo bavo divê çima sala îsal ûrt û ocaxê Mala Şêngo darekê ra diqelandin. Bê bimirim keko, nemînim ji beyê ra, Hey lo bavo divê bimirim, nemînim ji beyê ra, Hemîdî zava ra, Rizgan siyarê lo sorbozê ra, Ax de divê wezê koza Bişêriyê çavê xwe digerînim nagerînim kesekî serê meydanê nemaye lo ji heyfa ra. Bê hey la lê wayê, hey la lê wayê, hey la lê wayê, hey la lê wayê, Ax bê keko şerekê me daketiye Goma Şemê Dodikê, van zozana, van zozana, A de divê de tu rabe erafê meydanê temaşe ke, Bê şerê bokê van berana, lo van berana oy. Bê hey la lê wayê, hey la lê wayê, hey la lê wayê, hey la lê wayê, Herê divê gulekê berî bedena mamî Ozmên dane, Ez ê rabim tertî vekim derd û dermanê donê zeytê, dûvê helinga, Na wele bavo divê wez ê kewê bidimê postê van berana oy. Bê hey la lê wayê, hey la lê wayê, hey la lê wayê, hey la lê wayê, Hî bê keko bimirim, nemînim ji beyê ra, Hemîdî zava ra, Rizgan siyarê la sorbozê ra, Ax de divê wez ê koza Bişêriyê çavê xwe digerînim nagerînim, Kesekê serê vê meydanê nemaye lo ji heyfa ra.

Memoyê Silo

MEMOYÊ SILO - EZÊ KALBUM

Hozan Yakup Yazıcı MEY USTA SI ÇETİN HOCA Dengbej Kürtçe

Kora çayê tapê qersê

Aşıq Əsəd - 120 - Filarmoniyada xatirə gecəsi

Արփեն Մովսեսյան Հայից Հայ - Գուսան Շահեն - 105

MEMOYÊ SILO - CÎNAR CANÊ

Dengbêj Apê Yusuf, Dengbêj Mukaddes, Aryen Kom - Heseno Yêlî (Konserên Tamarayê)

Eyşana Ali Kahtalı Mıçe Uzun Hava

XELÎL XEMGÎN- DELAL

MEMOYÊ SILO - WERE TÊLÎ

ÇOLOÊ SILO - GEWRÊ

Dengbêj Şakiro - Îbo Bege Parsînî ( Türkçe Çeviri ) Sözleri | • Çocuklarına kıydı...

Were Têlî

Golpooneha

قبال دومو ابو عطو و العازف خلف قاسكي كاسيت فلكلور سنة 1977

Beşir Kaya - Lê Lê Waye (2021 © Aydın Müzik)

