Mem ARARAT - Penaber

PENABER Ji Gulazerê (Akın) re… Ez im ji dengê bêdengiyê re dibim olan Li stargeha tenêtiyê rû didim ewran Her dubare dibe ev çîrok li vî taldeyî Laş dijî kevn dibe, lê her zarok im ez Bi ba re diçûm deryaya herî dûr Hemû çîrokên mayî jî min bi xwe re dibir Deh gav diçim û vedigerim,penaber im ez. Kê dîtibe ezmanê sayî ew e mîrê mîran Yên li jêr stêrka razayî ew e xwediyê xewnan Ma temen çiye dostên min li nav çar dîwaran Ew ê ji kevira ezman çêdike,sêhrebaz im ez Gotin û Muzîk : MEM ARARAT Guhdarên delal,strana me ya vê hefteyê "Penaber"e. Ev sitran di sala 2007 an de tevli çîroka min a muzîkê bû. Bermahiya zivistanekê ye.Lê di sala 2018 an de me xist rojeva xwe û li ser stranê em xebitîn. Me tê de hinek guhertin çêkir. Ez bi hêvî me em serê we neêşînin. Silav û rêz û hezkirin bo hemû dost û guhdaran... Mem Keman : Bilind Şakir,Ahmet Tirgil Bass,Pîano,Edît,Recording :Mesût Yucel Mix and Mstering : Nîhad Jemsher Aranje : Mem Ararat Klip‪@WhoisRobinn‬ https://itunes.apple.com/tr/album/xew... https://open.spotify.com/album/0J8dt8... https://www.memararat.org   / araratmemm     / araratmemm     / memararat__official      / memararat