Feqiyê Teyran - Ey Dîlberê (Deng: Rêşad Sorgul)
Feqiyê Teyran - Ey Dîlberê ey dîlbera gerden zerî, way nazika dêm qemerî, qamet ji mûma fenerî, wêran ezim, malim xirab. ey dîlbera gerden letîf, way nazika qamet elîf, qamet ji reyhana xefîf, wêran ezim, malim xirab. ey dîlbera gerden zuzac, way nazika mislî zuzac, qamet ji reyhana qirac, wêran ezim, malim xirab. ey dîlbera qamet misal, way nazika dilî hejar, te ji xandinê kirim betal, wêran ezim, malim xirab. ey dîlberê, way dîlberê, firyad ji destê keserê, avik ji ava kewserê, wêran ezim, malim xirab. ey dîlbera gerden zirav, dêm şûşeye, tijî gulav, ey duxtera bejna zirav, wêran ezim, malim xirab. çavan ku hiltînî bi meste, ew çend ya misrî bi deste, li kuştina min te bi qeste, wêran ezim, malim xirab. tu bi qesta min dikujî, tu bi k'ifra di nosojî, gelek sotim kirim rijî, wêran ezim, malim xirab. gelek sotim, kirim kşibab, kirye bi min, sed reng xirab, ya leytenî kunrû turab, wêran ezim, malim xirab. ya leytenî kunrû ve xar, wey nazika min te ji dûr, bêhiş kirim zilfê di hûr, wêran ezim, malim xirab. bêhiş kirim zulfê du reş, biskê siyah, bîhnê di xweş, ey duxterê, çapik bi meş, wêran ezim, malim xirab. bêk'êf kirim zilfê du reş, biskê siyah, zilfêd qemer, eşq û muhbeta min li ser, wêran ezim, malim xirab. sotim, biraştim bê hesab, lê pirsî bo kirme k'ebab, kirye bi min sed reng ezab, wêran ezim, malim xirab. sibhan ji şahê bi tenê, xalik li xala gerdenê, ez dîn kirim berdam dinê, wêran ezim, malim xirab. eşqa mezac peyda bûye, îro li min dijwar bûye, hîvî dikim heqîqiye, wêran ezim, malim xirab. Feqiyê Teyran 》Asoya Helbesta Kurdî TÊKILÎ 》Facebook/Youtube: Asoya Helbesta Kurdî 》Twitter: @asoyahelbesta 》Emaîl: [email protected] 》》Google Play Asoya Helbesta Kurdî: https://play.google.com/store/apps/de...

Seydayê Tîrêj | Qulingo | “dijminê neyarê te me”

Feqiyê Teyran - Ji Işqa Te (Deng: Rêşad Sorgul)

SASA SERAP - AY DİLBERE (CANLI KONSER PERFORMANSI)

Melayê Bateyî - Aşiqê Zulfa Reş im - helbest - Rêşad Sorgul رێشاد سۆرگول

Av û Av - Feqiyê Teyran & Necat Zivingî (NÛ)

BRADER Kenê Te Bihiştê Çavên te dergên bihiştê

Semaya Peyvan - Feqîyê Teyran | سەمایا پەیڤان - فەقییێ تەیران

Feqiyê Teyran - Bizan Ku Min Yar Tu Yî (Deng: Rêşad Sorgul)

Feqiyê Teyran - Ey Dîlbera Gerden Zerî #kurdish #music #folk

Ay Dilbere

Melayê Bateyî - Ji çirya Paşî Pê Da (Deng: Rêşad Sorgul)

Aynur Doğan - Ay Dilbere | Live Performance

Güney Özdemir - Ey Dilberê (Feqîye Teyran) Helbest / Şiir

Îro min dî - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî

Ciwan Haco - Hey Dîlberê【Remastered】 (Official Audio)

Mêrê Min Di Şerî De Ye - çîrok - serhatî - wêje - Kamiran Elî Bedirxan - Rêşad Sorgul رێشاد سۆرگول

Gülşen Orhan - Xelkno Li Min Kin Şîretê (Melayê Cizîrî)

Bermal û Özlem - Dilberam

Beser Şahin - Ay Dîlberê - Live Performance 2024

