KURDÊN FEYLÎ KÎ NE ? FEYLİ KÜRTLER KİM?

Kurdên Feylî li Iraqê bi navê Feylî, li Îranê jî bi navê kelhor tên nasîn û beşek ji kurdên lor in. Kurdên Feylî, piranî li Iraqê dijîn. Nêzî 5 hezar sal dîrokeke wan heye û di siyasetê de aktîf rol girtine. Di dema Safeviyan û Kajaran de li herêmê aktîf bûne. Di Iraqa îro de Kurdên Feylî li Diyala, Xaneqîn, Mendelî, Vasid, Misad û Bexdeyê dijîn. Li iranê jî li Îlam, Kirmanşan, Loristan, Xosiztan, Ebedan, Şarî Kurd û Tehranê dijîn.