Sernameyê name, namê Ellah | Mem û Zîn-1 | Kaside | Ahmedê Xanî #MemuZin #Kasîde #Kurmancî
Sernameyê name, namê Ellah Bê namê wî natemam e wellah Ey metle`ê husnê `işqibazî Mehbûbê heqîqî û mecazî Namê te ye lewhê nameya `işq ismê te ye neqşê xameya `işq Bê neqşê te, neqşê xame xam e Bê namê te, name natemam e Namê te ye sahibeytê meqsûd Fihristê mukatebatê mehmûd Medmûnê muraselatê la-reyb Meshûdê mukasefatê bi-l-xeyb Mehbûbê qulûbê men lehu l-qelb Qelban tu dikî bi ba xwe ve celb Me`sûq tu yî, bi fexr û naz î `Aşiq tu yî, lêk bêniyaz î Mutleq tu mufîd û mustefad î Bêşubhe murîd û hem murad î Nûr î tu di husn-i rûyê dildar Nar î tu di qelbê `aşiqê zar şem` î, ne ji qismê nûr û nar î şems î, ji `eyan tu perdedar î Genc î tu di nêv tilismê `alem Kenz î tu `eyan ji ismê adem Ev `alem û ademî û meshûd Ev mumkin û masiwayê mewcûd Hemiyan bi te ye mudare û debr Feyyadê riyadê xelq û we-l-emr Emrê te bi lefzê »kun« du `alem Mewcûd kirin, xered çi adem Adem bi xwe yek ji herdiwan e Yek herf e ji emrê »kun« fe-kane Ew herf, heqîqeta muheqqeq Hem emr e bi qudreta te hem xelq Esbah muressem in ji nasût Erwah muwessem in ji lahut Ev rûh û cesed bi cebr û ikrah Tezwîc bûyîn bi emrê Ellah Nasûtî egerçi rengsefal e Lahûtî ji pertewa cemal e Herfa ko me gotî, neqşihûr e Lê meqsed û me`neya wê kûr e Zahir te eger numaye suxra Batin ew e neqşê xame kubra Mewcûd e di wî şehadet û xeyb Meşhûd e di wî şiyadet û `eyb insan bi xwe hem zelam e hem nûr Adem ji te hem qerîb e hem dûr Hindî weh ko cinsê `alemî ne Ew tabi`ê new`ê ademî ne Evrenge felek hemî mu`ezzem Evçende melek hemî mukerrem Ev karegeha `ezîm û dewwar Ev baregeha bedî` û seyyar Evçende zemîn digel `enasir Evrenge `ered digel cewahir Evçendehe ni`met û nefa`is Evrengehe me`kel û melabis Evçendehe mudde`a û metlûb Evrengehe musteha û mehbûb Heywan û me`adin û nebatat Metlûb û meqasid û muradat Bi l-cumle ji bo me ra li kar in Fi l-cumle ji bo me ber di bar in Heqqa ko te xweş nizam û rewneq Tertîb kirin ji bo me el-heq Em xafil û `atil û gunehkar Mayîne di qeydê nefsi emmar Nînin me di qelbî fikr û zikrek Nakin bi zebanî hemd û şikrek Xanî ko nehin bi qelbî zakir Barî bide wî zebanê şakir Ehmedê Xanî Ev qasîde di kitêba Mem û Zînê de qesîdeya ewule û beşa Tevhîdê ye "Sernamê name, namê Ellah Bê namê wî natemam e wallah" Çavkanî: Mem û Zîn #KürtEdebiyatı #KlasikKürtEdebiyatı #AşkVeHasret #AhmedêXanî #MemÛZîn #EhmedêXanî

Sernameyê name, namê Ellah | Mem û Zîn-2 | Kaside | Ahmedê Xanî | Stranên Kurdî #MemuZin #Kasîde

Hadith Al-Kisa (FA SUB)- Ali Fani - علی فانی - حدیث کسا

Sirast Sıra Gecesi #keşfet #sirastsıragecesi #sirastorganizasyon #sıragecesi #yakında #reels #fyp

ای که مرا خواندهای | Aftow | Persian Sufi Prayer

Niyâzi-i Mısrî - Dermân Arardım Derdime | Epik Anatolian Rock & Zikir(Kalbiniz Titreyecek)

Powerful Dhikr Collection | Astaghfirullah, Hasbunallah, Asmaul Husna & More vol. 1

رقية شرعية شاملة🔥 رجل الحسد والسحر والعين والهم والضيق ووفر الرزق ونعم الله القرآن الرقية😣🤕

Şox û şengê | Melayê Cizîrî | Muhteşem Kurmanci Kaside | Stranên Kurdî #ŞoxUSenge #KurdishSufi

Hz. Ali – Episode 1 (New Islamic Series) #islam #film

ŞU BENİM DİVANE GÖNLÜM | Kul Yusuf Nefesi | Dervish Silence #tasavvuf #sufi #ney #ilahi

💫 Ghazal 553 Rumi | It will not be possible to live without everyone else, it will not be possibl...

Yew Şîîrê Mewlana: Mekir (Meki) (ZAZAKÎ)

Xanî ji kemalê bêkemalî | Mem û Zîn-4 | Ahmedê Xanî | Stranên Kurdî #MemuZin #Kasîde #Kurmancî

دعای عهد (باز تنظیم نسخهی قدیمی) محسن فرهمند آزاد | Dua Ahd (Remix) Mohsen Farahmand Azad

Erenler Dertliyiz | Tapduk Eşiğinde Pervâz | Yunus Emre

Strana Destanî ya Pepûkê (Keko Peko) | Çîroka Folklorî ya Kurdî | Stranên Kurdî #destan #Pepuk

Bezan Ke Khoob Mizani

از خودکشی تا حفظ قرآن | پول چادر نداشتم، اما مادرم را داشتم

Yunus Emre - Gelin Ey Âşıklar | Psychedelic Anatolian Sufi Rock | Anatolian Lab

