Dilbera Qend û Şekir

Dilbera Qend Û Şekir Dilbera qend û şekir Hew mi dî ku j'wê ve tê Qufla dilê min vekir Ulfa dilê min ketê Go were em dakevin Fir ‘kin şeraba kevin Tehm ‘kin bihuştê l'dinê Em nehêlin axretê Em çûne meyxaneyê Lêv da mi’ durdaneyê Muhbet û eşqa gulê Şîrîntir e j’şerbetê Şîrînê qelbê mi’ gest Têr mi vexwar mey ji dest Merd e keça ezbetê Nake li min mihnetê Ku vekir qesra dilî Dil xemilî xwîn kelî Qelb li ser yek balgehî Em ketine xelwetê Ew Qasî mestane bûm Bêhiş û sukrane bûm Hê ji nû ez ber ketim Lezzeta vê hikmetê Yên bêhiş bêguneh in Yên nizanin ebleh in Nîne guneh û xeta Kes neke l’min şîretê 19.08.2017 Q. Xelîlî #KürtçeŞarkı #KürtçeMüzik #KurdishMusic #KurdishSong #YapayZekaMüziği #AIMusic #Kurdî #StranaKurdî #MuzîkaKurdî Bu videonun tüm hakları saklıdır. Videoyu izinsiz kopyalama, çoğaltma, dağıtma, yeniden yayınlama kesinlikle yasaktır. Yasal haklarımız saklıdır. İhlaller durumunda yasal işlem başlatılacaktır. Hemû mafên vê vîdeoyê parastî ne. Bê destûr kopîkirin, zêdekirin, belavkirin û weşandina nû ya vê vîdeoyê bi temamî qedexe ye. Mafên me yên qanûnî parastî ne. Di binpêkirinan de dê pêvajoya hiqûqî were destpêkirin.