MEMÊ XIDO - DERWÊŞÊ EVDÎ
DERWÊŞÊ EVDÎ Delal way delal, way delal way delal, Were Derwêşo, mala bavê mi bi mêvanî, Wezê tera serjêkim mînga sore ser beranî, wezê tera daynim kulavê sorê Xuristanî, Serjêkim berxa sora serberanî, Wekî dê û bavê mi go Edlê lawo kanê berxa sora serberanî, Ez ê bêjim şilî bû, şayî bû, berf û bager bû, sir bû serma bû, Kurê xelqê bû dilê wan neşewitî, çolê nanî, Wez nemînîm, wez nemînîm, wez nemînim delalo. Delal way delal, delal way delal, De yavê bavê mi derketine, Were bavê mi kembûne kêm ketinê, Heft birê mine bi hev girtinê, Kalebavê minê ber mirinê, Pîredayîka mine ber şûştinê, Gava wezê çev Derwêşê Evdî dikeve, min tirê hemû saxin rû hevata dinênêne, Way nemînîm, way nemînîm, way nemînim, way nemînim delalo. Delal way delal, delal way delal, Wezê nêrim çûme waliyê malê, lê malê tijî, Çûme waliyê dîwanê, dîwana tijî, Sîneqavê ser guzedarê, gezo dikelijî, Kekê Edlê kire gazî go Edûlê lawo, Yekê bixwe yekê bide delalê dilê xwe jî lo lo. Nizanim sava bira pismama bû, tirsa kekê Edûlê bû destê wê lerizî, Çirka qawê ser çûxê besrayî de rijî, Wez nemînim, wez nemînim, wez nemînim, delalo. Delal minê çûxê Derwêşê Evdî hilda, Wezê çûme ber Çemê Payê, Çemê Payê li mi çikiyaye, Heft qalib sabûnê destê mi da heliya, Minê rojek roja germa havînê avête berê, Dîsa tilka qawê lê xalî kiribû, Wez nemînim, wez nemînim bira lo Derwêşo.

MEMÊ XIDO - SURA QELENÎYÊ

DESTANA DEWRÊŞÊ EVDÎ

Medamed21 Dîwana Dengbêjê Amedê

Bavê Seyro _ Her bêlim

چۆن دەنگی ساختە و دروستکراو بە ژیریی دەستکرد بناسینەوە، دەنگەکانی د. عەبدوللەتیف راستن؟

Dotmam

MEMÊ XIDO - DOMAM

Zindani Me - Kürtçe Dertli Ağlatan Uzun Hava Tüm Mahkumlar İçin

MEMÊ XIDO - EYŞANÊ

MEMÊ XIDO - CIBRÎ

Dengbej Şakiro Full Kaset

Hozan Canê Hey Lê Dayê

Cibrî

Teske û tenk – تەسکە و تەنک – Kurdish Sorani Song | Hělǐn (Mikael Cover) | گۆرانی شاد و هەڵپەڕکێ

Xezal

Şahîno

