Dengbêj Fadîle Ateş: Kulê dilê dayikên kurd gelekî giran e

Fadîle Ateş a ku bi çanda denbêjiyê mezin bûye, di 6 saliya xwe de dest bi gotina klaman kiriye. Ji bo Fadîleyê xwedî derketina li çanda denbêjiyê girîng e û got: "Kulê dilê dayikên kurd gelekî giran e. Ez jî hewl didim ku êş, qehr û zilma ku hatî kêşandin bi klaman bînim ziman. Ji ber vê yekê klam li ser zimanê min nakevin erdê." Dengbêjî kevneşopiyeke Gelê Kurd e. Kurd her tim şer, serhildan, dîrok, çîrok, êş û kulên xwe bi rêya klaman vegotiye. Bi saya klamên dengbêjan dîroka ku nehatî nivîsin zîndî maye. Fadîle Ateş a 65 salî li Silopiya Şirnexê dijî û bi çanda denbêjiyê mezin bûye. Hêj di 6 saliya xwe de dest bi gotina klaman kiriye. Fadîle jiyana xwe û denbêjiya xwe ji ajansa me re anî ziman. . . . #klam #dengbêj #stran #jin #jinnews #koçer #silopi #şirnex