Dengbêj Heqqê - Hêy Wayê

Dengbêj Amedê kom bûn rêzêda kilamê xwe gotin. Dengbêjê me yî serhedê û Qersê Dengbêj Heqqê jî li nav vî komêda bû strana kilama Hêy Wayê got. (Türkçe) Dengbêjler Diyarbakırda toplandı sırasıyla ezgilerini okudular. Serhatlı ve Karslı Dengbêj olan Dengbêj Heqqê'de oradaydı. Hêy Wayê uzun havasını seslendirdi. Gotina kilamê; Lê lê gulê rebene ezê gulim; Bê gula berqefayê eman hêy wayê...ax we... eman hêy wayê hê hê hê... Lê lê gulê rebenê ez gulim bê gula berqefayê hayê hayê gelî bira were bala xwe bidê payîze xelkê gulê xwe çinîne gulamin ewdala xwedê ma qeya'ya asê belanê bilind ber sarê vê sermayê servet bira tavikî berfê... yekî baranê yekî bayê hevra dayê... hê hê...hay hay hayê... eman hêy wayê hê hê... bê zalimê tume tumû cara bibim hêy wayê lê zalimê gencîya xweda xwe vir şûnde venagere gerî nayê lê heyla ê.... lê zalimê ezê tera tume tumû cara bibim hêy wayê aqîbeta mi bi teva, bû aqibeta Mem û Zîn,Hesen û Belqizayê bê gidîno Ûsif û Zelixa yê bê xwedao ez guneme bê rebîyo ez guneme cimaet Resûlê Ekrem be rehmet jî te be ne dêrise gunda qulo hayê hê hê... can ewdê te me lê lê gulê rebenê mi tera nego ez gulim gidî gelo gula ber zinarda hêy wayê...ax wê... hayê hay hayê... De lê gulê rebene ez gulim gula ber zinarda gelî bira were bala xwe bidê payîze xelkê gulê xwe çinîne gulamin ewdala xwedê ma qeya'ya asê belanê bilind ser mida şandîye melû xarda... hayê hayê hela were bala xwe bide payîze payîze were bala xwe bide zenda kewa gozel gerimî ber serî heramî merada hustîyê wî xare serî xortî di xelqêda eman hêy wayê.... ax we.... ê... hay hay hay ê.... eman hêy wayê hê hê... bê xwedao ez gunme rebîyo ez guneme cimaet Resûlê Ekrem e. rehmet ji te be ne dirêsê gunda gulo hayê... can ewdê teme... way ê way ê...