Bê Delav - Seydayê Tîrêj / #kurdistan #rojava_başûr_rojhilat_bakur #kurdishmusic

Bê Delav- Seydayê Tîrêj Eşq û evîna dîlberan Tev derd e tev jana zirav Tîrên ji çavên esmeran Sotin gelek cerg û hinav Cerg û hinav sotin gelek Ketim tora çavê belek Ey dilgirê jar û reben Bawer neke bi guft û ken Herdem ji ber mesta me ez Deryake kûr min daye nav Îro di wê derya evîn Gazî dikim bûm jar û reben Cerg û hinav sotin gelek Ketim tora çavê belek Ey dilgirê jar û reben Bawer neke bi guft û ken Ser takî xav emrê me ma Min hêz û himet qet nema Yê ku ket xortê delal Nînin ji bo yar û heval Napirse lê mam û ne xal Qet kes li wî nake silav Tev cewher in qîmet giran Nayên bi dînar û dirav 🔴🔴🔴🔴🔴🔴🔴🔴🔴🔴🔴🔴 ⚪⚪⚪️☀️☀️☀️☀️☀️☀️⚪⚪️⚪ 🟢🟢🟢🟢🟢🟢🟢🟢🟢🟢🟢🟢 Muzîka ❤️☀️💚 Kurdî Rojava ❤️☀️💚 Kurdistan #kurdistan #rojava_başûr_rojhilat_bakur #kurdishmusic