Casimê Celîl

Sal 1918 e, Xwedê giravî şerê cîhanê yê yekemîn qediyaye. Lê fermaneke nû dest pê kiriye, li hember Kurdên Êzidî. Lenîn lêşkerên Sovyetê bê şer û bê şert ji serhedê kişandiye. Leşkerên Qerebekir û çete emanê nadin Kurdên Êzidî. Lê mixabin dinya ker e,kor e,lal e. Kula herî mezin, bira birîna birê nabîne, der dike.