Selîm Temo - nizanim bêjim de bi xatirê te
Dembaş gelî mêvanên delal, Ji bo pêşxistina kenala min a YouTubeê hûn dikarin bibin endam û alîkarî bidin. / Merhaba sevgili misafirler, YouTube kanalımın gelişmesi için üye olup destek sunabilirsiniz: https://buymeacoffee.com/selimtemo Ayrıcalıklardan yararlanmak için bu kanala katılın: / @selimtemoo Ji pirtûka "Pûnga li Bajêr" ku dê di Cotmeha 2021an de derbiçe ji Weşanên Dara. Derhêner: Bilal Korkut Kamîra: Pinar Yildiz Deng: Gazel Atiş Ronahî: Rojîn Aslan Vesek Pevxistin: Kamuran Demir Çêker: Çilfilm, ji kerema xwe herin kenala Çilfîlmê, bibin abone û vîdyoyên wan ên xweşik temaşe bikin: / @pk.filmmm Music: Doug Maxwell Media Right Productions, "Solo Cello Passion" 15 Tîrmeh 2020, Amed nizanim bêjim, de bi xatirê te nizanim bêjim, de bi xatirê te baweriya min bi xelasbûna evînê tune terkeselatê rastiyê me, belakir û qewirî bawer nakim dest, dev ji destan berdin dijmînî têkeve nav du coteçavên melisî û dil rabin û xwîna hevdu birêjin çawa du çem xwe neavêjin çenga hev lê dîsa jî tu dikarî li şevekê biqelêbî û bidî bin lingan çi mabin ji meytekî nikarim bêjim êdî min tu nevê êdî sînga te ne perestgeha min e wa Rindê, wa du heyv hene li asmên yek ji xewê bawer dike yek ji xunavê gava pêçiyên te biçingin di avê da gava dêmên te li qorziya dilê te stirîn ez ê xwêya ji qubeqazê mayî birêjim lê nebêje “deriyan bi êşê qufle meke” dikarî bifirrî ji hêlîna me ya şewitî nabînim şevên li dû te bi cizba ketî çavên me girtî bûn, diaxiftin laşên me di nav herdu destên te da ‘umrekî hezîn te kurekî serspî mezin dikir li waran neçe em behsa qulingên sersor bikin di rojên wisa da sînga xwe didin deryayê bask pênûsa bayên lihevhatî ne, li dûr neçe, wê êdî baran nebare êvaran lê dikarî dilê berfê jî bihêlî piştî Payîzê natirsim ji tenêtiya xwe ya kewijî her şev hespên bayî pê dilê min dikin ev cara paşîn bû min ji yekê hez kir min cara paşîn ser danî ser çongekê min got ev evîna dawîn a dîrokê ye ku çiqas disincirîn dîwarên hewşa ron tu bawer bike ji ewran, ji bêhna sêncê te bivê careka dî bigerînim li ser xwe lê mirî neterkîne beriya spartina axê naxwînim peyvên sivik ên girtî li ser birînan bila bisoje pel jî gava dar şewitî û bû qirik hiş bin ên di rojên karesatê da dibin zana qey hêsantir e şikandina cêr ji çêkirina cêrî kesera li golan barî navê dengê şikeftê ye qayîl nabe bi çilmisîna xemê, çûyîn li dar e gul radibin ser lingan û kelijî çelloya jakaw na ku bêjî ez ê demê bikêşim ji şûna xwe kerem ke, wa derveya beravêtî li derve fetisî naşibim çemên li ser erdên dêm û pasar ev bajar jî li min nehat, ez ê biçim xerîbiyê ez ê li welatê xelkê binêrim li çavên xwe min tiştek fahm nekir ji dinê, ji jînê, ji evînê gava deriyê bîrê vebû ji dûrîyeka nêzîk ez ê biçim bibim pêlek li deryayên tarî ku ne ez jiyam ne ya ez jiyam xelas bû ez ê bêjim bi dengekî paxirî: ji îro pê ve min evîn nevê min evîn nevê min evîn nev Dilop, h. 15, Tîrmeh-Tebax, 2020, r. 6-7. Pûnga li Bajêr, 2021, Amed, Dara, r. 26-31 Peydekirin: https://www.pirtukakurdi.com/Punga-Li...

Selîm Temo - Keştiya Bayê

Li paş pencerê | ‘Izedîn Temo

Selîm Temo - Roja Zimanê Makî

Seydayê Tîrêj | Qulingo | “dijminê neyarê te me”

Selîm Temo Pirsên We Bersivand | Selîm Temo Sorularınızı Cevapladı #SelîmTemo

Mem ARARAT - Strana Bêdengiya Dayika Min(Ji Konsera Stenbolê Ya Li Volkswagen Arena 28/04/2023)

Keçiyolu 14 - Selim Temo son şiiri Keştiya Bayê'yi okudu
![Mehmet Atlı - Bê Zeman Bê Ziman [remastered]](https://i.ytimg.com/vi/MWj-CzP2ucQ/hqdefault.jpg?sqp=-oaymwEjCNACELwBSFryq4qpAxUIARUAAAAAGAElAADIQj0AgKJDeAE=&rs=AOn4CLC4kAm5PM5AyBiatKIgpvi9QMRx2A)
Mehmet Atlı - Bê Zeman Bê Ziman [remastered]

Rojen Barnas - Rojbaş Roza (Deng: Erol Şaybak)

Rênas Jiyan Tu Neyê Ez ê Bimrim

Selîm Temo - Keştiya Bayê

Selîm Temo: "Çend Celadet Hene?"

Min Di Ber Qalûbela - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî

Elî Kerîmî - Welat

Kawa Nemir Chiyano

Rênas Jiyan-Dil-Hilatdar-Dîn û Şîn
![Ehmed Huseynî - Li Wir Bimîne (Ji bernameya Rojbaş Kurdistan) [Jêrenivîs]](https://i.ytimg.com/vi/_Ceiujm4yG4/hqdefault.jpg?sqp=-oaymwEjCNACELwBSFryq4qpAxUIARUAAAAAGAElAADIQj0AgKJDeAE=&rs=AOn4CLBit1eL4YGjx22xFvbS1xvK35dtIg)
Ehmed Huseynî - Li Wir Bimîne (Ji bernameya Rojbaş Kurdistan) [Jêrenivîs]

هێمن موکریانی - ناڵەی جودایی

Mem ARARAT - Keştiya Bayê

