Mem ARARAT - Şîreta Dil
Kengî aciz dibim li deriyê dilê xwe dixim,ji bo çend şîreta li min bike. Lewma dema meriv pişta xwe nede zarokatiya xwe ,hêlek mirov tim xam dimîne. Carna dunya mîna heqîbekê ye li gorî min; tu çi têxe wê heqîbê dinya te dibe ew tişt. Lewma li fezaya kû têra xwe sar û germ û bi radyasyon e divê meriv dunyaya xwe ewilî di dilê xwe de ava bike. Nexwe serma,germa û radyasyona fezayê dikare meriv bikuje. Li gorî min ev dinya têra xwe xwedî wate ye û têra xwe jî rind e. Û têra xwe zor û zahmet e jî. Dibe kû dinyaya meriv heqîba di dilê meriv de be, ew heqîba kû te li gorî xwe tişt xistinê. Hinek dikarin bibêjin “Ev dinya dinyayek vala ye” ,hinek dikarin bibêjin “Ev dinyayek derewîn e.” Hin Kes dikarin bibêje “dojeh e” û hin kes dikarin weke cinetê jî pênase bikin.Bi min hemû jî rast in. Lewma meriv çi têxe heqîba xwe dinya meriv dibe ew tişt. Li gorî min li vê dinyayê hemû tişt diaxivin û her tişt behsa tiştên di heqîba xwe de hewandine dikin. Wer hasil serê we meêşinîm dostno. Min hinekî ji we re qala tiştên di heqîba min de ne kir. Tev li hemû zor û zahmetyan jî, ez ji başiyê,hezkirinê, xweşbîniyê û dostaniyê bawer dikim. Ez ji cinet û cihnema vê dinyayê bawer dikim û bi hemû hêza xwe dixwazim sînorên cinetê fireh bikim. Rêz û silav û hezkirin ji bo we teva…. ŞîRETA DIL Li vê dewra axirzeman bixwişkek im li peravê Tebat bû xewna zinêr Min dil daye belayê Li pêşiya min zeryayek ji rê,kî diçe êdî nayê Dil navê qesrên zêrin, Pêre ketim belayê Wextekê ez î xam bûm nîvwenda bûm li beyaran Serkanê xeyalên xwe,sêwiyê li ber dîwaran Piştî evînê min dît xeyaleke dunya Weke xunaviyekê difûre li hemana Wextekê ez î xam bûm radizam li ser ewran Dil dixwest bi firê bikeve,lê giran bûn destên vala Piştî salan min dît hêjî xamim wek zarokan Hîn jî diêşe dilê min bi gotinên necamêran Li vê dewra axir zeman, rastî jî êdî rast nayê Bext bûye xulamê text, deng biliya ye ji xwezayê Li pêşiya min nexşeyek ji ba ,ditewîne fezayê Hîn xam im diteyîsim, ey dil were bi hewarê Ji her gotinek rast re çêbûye hezar neyar Memo bide pey dil guh mede xwenezanan Dest bide dilê tenik rûyê xwe bide çiyan Vegere li xewlana xwe,gotinê meke erzan Gotin,Muzîk û Aranje : Mem Ararat Tembûr,Kick : Mem Ararat Mîks û Masterîng : Nîhad Jemsher Vîdeo Klîp : @WhoisRobinn Lîstikvan : Evîn, Adar https://itunes.apple.com/tr/album/xew... https://open.spotify.com/album/0J8dt8... / araratmemm / araratmemm / memararat__official / memararat

Mem ararat en çok (DİNLENEN) ve en çok (SEVİLEN KÜRTÇE ALTYAZILI) şarkıları...

Mem ARARAT - Dil Disoje(Ji Konsera Stenbolê Ya li Volkswagen Arena 28/04/2023)

Serhat Efrîn – Çûm Cizîrê | Folklora Kurdî 2026 | Stranên Kurdî – Efrîn

Mem Ararat - Sebahul Xeyr
![Ciwan Haco - Felek - Dostum (Felek) [Official Video]](https://i.ytimg.com/vi/34psDZC_-Y0/hqdefault.jpg?sqp=-oaymwEjCNACELwBSFryq4qpAxUIARUAAAAAGAElAADIQj0AgKJDeAE=&rs=AOn4CLCkQM5eLbl-QUYYQ1dNln-_qk-gGw)
Ciwan Haco - Felek - Dostum (Felek) [Official Video]

Ay lê Qederê - Dengbej Cover

Xecê - Ez Û Tû Albûm | SesMedia
![Rojda & Çiyayê Sîpan [Official Music]](https://i.ytimg.com/vi/IUHkmsddHrk/hqdefault.jpg?sqp=-oaymwEjCNACELwBSFryq4qpAxUIARUAAAAAGAElAADIQj0AgKJDeAE=&rs=AOn4CLCXWwX0Qdnu5TxinM43voEQR7b1og)
Rojda & Çiyayê Sîpan [Official Music]

Rotînda-Çi bikim | Ji arşîva Med Tv | © 1996 |

Mem ARARAT - Te Dilê Min Şikand

Xozan Comerd | Car Caran | Music Video| Album: Însan |© 2003|

أغاني مم ارارات Mem Ararat @MemArarat

Mem Ararat - En Çok Dinlenen ve En Çok Sevilen Parçaları.. (Kürtçe Altyazılı)

Rewşan & Murad Demîr - Nîmokê
![Ciwan Haco - Veger [Official Audio - Full Album]](https://i.ytimg.com/vi/gnDTouvzP6M/hqdefault.jpg?sqp=-oaymwEjCNACELwBSFryq4qpAxUIARUAAAAAGAElAADIQj0AgKJDeAE=&rs=AOn4CLASc7wggYfXiiywDYbVIRjIKdI4vw)
Ciwan Haco - Veger [Official Audio - Full Album]

Mem ARARAT - Rindê

Kurdish Mix En Çok Dinlenenler Vol. 2 | 2 Saatlik Kurdish Anatolian Folk Music

Ji boy Bîranîna Hunermendê Miletîyê ARAMÊ TÎGRAN - Montaj: T'êmûr Dasnî 2003

Parvaz Homay - چرا هر چی که شیرینه گناهه | Official Video

