Ji Hozan Aydin çar albûmên nû / Çar albûmên nû yên Hozan Aydin li platformên dîjîtal hate weşandin.
Nûçe û Roportaj: Fîraz Baran Hozan Aydin di 7'ê Tîrmeha 2026'an de di bin sîwana "Stran Jiyanê" de çar albûm derxistin. Her albûmek 7 stranan dihewîne. Navê albûma yekemîn "Kakilê Gûzan" e. Stranên albûmê ev in: Rindik, Kakilê Gûzan, Zekayî, Tu Çi Dikî, Bû Xeyal Çû, Îro Cejne ve Stran Jiyane. Hunermend ev berhem di navbera salên 2020 û 2024'an de afirandiye. Navê albûma duyemîn "Yarê Bizane" ye. Stranên albûmê ev in: Jibîr Neke, Yarê Bizanî, Wan, Ey Bêbextî, Min Yarekî Heye, Kaniya Jêr ve Mîr Perwer. Hunermend ev berhem di navbera salên 2012 û 2024'an de afirandiye. Navê albûma sêyemîn "Keça Kurdan" e. Stranên albûmê ev in: Sibê Zû bû, Periya Dil, Keça Kurdan, Bes Bêhna Te be, Rezoyê Kalo, Qerqaşe ve Miroviya Wa. Hunermend ev berhem di navbera salên 2014 û 2024'an de afirandiye. Navê albûma çaremîn "Pere û Serwerî" ye. Stranên albûmê ev in: Berxên Me, Dêrî Zere, Min Zanîbû, Çivok, Bikene, Pere ve Serwerî, û Tekman. Hunermend ev berhem di navbera salên 2015 û 2024'an de afirandiye.
