IBRAHIM KHALIL - Gundê Edê min | Official Music Video | 2025 | Track 04

Ibrahim Khalil - Official Album Track 04 | Gundê Edê min | 2025 Album: Bavê min Silav gelî gûhdarvanên hêja. Ev strana bi navê ” Gundê Edê min “, min nivîsand li ser Gundê xwe kûderê ez mezinbûme û zaroktîya min li wir hatîye derbazkirin. Gundê (Tolkê) gundekî Êzîdîa ye û li wî Gundî da hmû malê Şêxa ne ji ocaxa Şêxûbek’ir. Ew Gund hatîye avakirin bi alîk'arîya û xizmeta ” Kalê Biro, Broyê Şêx E'lî “, gelek digotin (Gundê Birê E'lî). Ez nebî çir'kê Biroyê Şêx E'lî me. Min bor'cekê ser milê xwe dît Stranekî çêkim dereqa Gundê xwe û xizmeta Edê xwe bînim ser ziman bi vê Strana xwe. Ez hêvîdarim dema hûn gûhdarîya vê stranê bikin, gelek çaxên weyê zarokatîyê li gûndê we da wê bên ber çe'vê we. Gundê Tolkê da hebûn gelek Xwendî, O'limdar û Zane. Wekî helbestvanê bi nav û deng: Or'dîxanê Lezgî. Tirêq û Zanê O'lmê Dîyanetîyê: E'moyê Ewlo, Mîrzê Ewlo, Şemoyê Avdel, Keleşê Mîrzo, Mecîtê E'lî, Mecîtê Ûsiv û dîsa hosa gelek O'limdarê zêde zêde. Xwendevanê H'okmatê kîjan kû k‘ar û xevatê dikirin dîwanê da, yek ji wan ” Taharê K‘erem “ bû. Taharê K‘erem, Apê mine kîjan kû ez îro gelek serbilindim bi nav û dengê wî û her kesekî ji Gundê Tolkê. Razîbûna min bo her kesî kî guhdarîya dengê min û xizmeta çanda min dikê. Rez û Hûrmeta min ji her kesîr'a : Îbrahîm Xelîl ________________________________________ Arrangement: Yusuf Tomakin Music: Vural Şahin Lyrics: Ibrahim Khalil Strings: Istanbul Strings Guitar: Caner Güneysu Kaval: Polat Akarçay Saz: Yusuf Tomakin Directed by RUYASTUDIO Organisation: Aslan Nadoyan Gundê Edê min © 2025