Composer & Lyrics: Xakî Bîngol-Dotmam

Dotmam. Berbanga sibehê çavên min, yên westiyayî ji xewna xeyalên te dibişkivîne Dotmam. Pêçîkên te yên kubar dilivin li ser hinarikên rûyê min. Şehna gerdena zirav û dirêj êşa bêrîkirinê dikewîne Dotmam. Lêvên te yên sorxwînî bi ser sînga min de tovê evînê direşîne û qefesa sînga min wekî zozanê Bilêcanê bi gul û beybûnan dixemilîne Dotmam. Kenên te yên kubar, çavên min yên westiyayî, li çiyayên Mûşa şewitî, li ser kaniyên avên sar, li gaz û bêlanên bilind digerîne. Bûyî meqam û awaza dengê Şakiro, li xerîbiya xopan xeyalên min dixemilînî Dotmam. Destên te di destê min de li êl û warên Bilêcanê, awirên bedewiya te wekî Bazê derê biharê min ber bi Gilîdaxê ve bi firê dixîne Dotmam. Xakî Bîngol 12.02.26