Çerx - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî
Ahê ji derd-i dil dikit Herçî nedî azarê çerx Derbê li nêva dil didit Lami'sifet nûbarê çerx Tên sîneyan peykan nihîn Amanca wan tîran em în Dama belayê der kemîn Her guşe dor madarê çerx Bîra xwe tînin xenceyan 'Aşiq di nêv işkenceyan Tavête dil ber penceyan Herdem ji nû şunqarê çerx Kû van letîfan gul'izar şona gulan restîne xar Lew tên ji bilbil ah û zar Nêva cihê gulzarê çerx Sed baziyan ev huqqebaz Tînit bi hîle kar-i saz Geh geh ko naz e û geh niyaz Sehhar û pir mekkarê çerx Herçî bixwînit suhbetê Axir di cama şerbetê Zehra helahil dê detê Da dil nedin azarê çerx Ev erreya jehrîdidan Min jê di dil danin sinan Ma l'behrê ferqê duşmenan Bêt û biret minşarê çerx Dijmin ji can talan bitin Ew xwe hero nalan bitin Mîlak û dil kalan bitin Lê bêt û ret xeddarê çerx D'ev kuhnexanê mislê deyr çendîn kewakib têne seyr Peykan bi davê şubhê teyr Her jê dibarin narê çerx şemsê bi şemsê cam bi cam hetta dikin dewrê temam Ateş dirêjit her medam Ev gunbeda dewwarê çerx Agir di ab û gil dikit Qelban ji qelban hildikit Metqeb di can û dil dikit Da'im evistin karê çerx çendî ko xoban bên rezim Min jê di dil da nin gezim Amanca wan remzan ez im Ser'eskerê seyyarê çerx Min pir şevan hetta seher Danîne rê sem' û beşer Ew mahirû ma bête der Ta bême newbetdarê çerx Kes dî li lewhê sîne qet Neqşek vehatî bêxelet Herdem ji nû yek tazexet Tavête der pergarê çerx Ma j'hesreta şîrînleban Xew tête çehvan qet şeban Firyad-i der ber kewkeban Pirsê bike j’ bîdarê çerx Van rehrewên himmetbelend Berdane meydanê semend Sergeşte yîn hetta bi çend Ev rekbê meş'eldarê çerx Gavek ji dengê zengilan Êmin çi rûnîn menzilan Hey hey dibînin mehmilan Firyad e her qentarê çerx Pir min ji vê çerxê Mela Kêşane afat û bela Ebleh dibînim wî hela Herçî ji dil bit yarê çerx

Bi Narê Firqetê - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî

Melayê Bateyî - Derd û Daxim - Dosto Arda

Muhbetê - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî

شهرام ناظری - آتشی در نیستان | تصنیف جاودانهای از سوختن و رهایی - shahram nazeri

Melayê Cizîrî: Pur jı dîna te xerîbim xanim, Şîrove: Seyît Beşîr Doru

İro Ji Derba Xencere

Melayê Cizîrî Divanı 5. şiir ÇİN ÇİN KİRİN

Melayê Bateyî - Ji çirya Paşî Pê Da (Deng: Rêşad Sorgul)

Dilberek mın di dı xawde (Mele Avdullayê Teraşî,

Wafayi : وەفایی - هێند نەخۆشی دەردی دووریم

Feryad Ji Destê Firqetê - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî

Xelqo li min kin şîretê - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî

Feqîyê Teyran - Arhat - Yar Tu Yî

مامۆستا هێمن موکریانی / فرمێسکی ڕنوو

Melaye Ciziri Aşkı

Seydayê Tîrêj | Qulingo | “dijminê neyarê te me”

Av û Av - Feqiyê Teyran & Necat Zivingî (NÛ)

Gülşen Orhan - Xelkno Li Min Kin Şîretê (Melayê Cizîrî)

بێخود | لەو ڕۆژەوە ڕۆیشتووە تۆراوە دڵی من

