Dîroka Kurdistanê - Behlulê Mahî
Behlûlê Mahî yan jî Behlûlê Medî, ji Hemedanê ye. Hemedana îro paytexta Medan Ekbatan e. Navê Behlûl ê rastî Emer e û navê bavê wî Leheb e, di nava gelê herêmê de ji wî re Emerê Leheb dihatgotin, Behlûl nasnavê wî ye. Her wiha wek Behlûlê Dîn, Behlûlê Dane, Behlûlê Dîwane û Behlûlê Danende jî tê nasîn.Tê gotin ku Behlûl ji bo xwendin û perwerdehiya xwe ji Loristanê derbasî Bexdayê dibe û li wir di medreseya Cahferê Sadiq de dest bi xwendinê dike û bi serkeftî diqedîne.Hin derdor dibêjin ku medreseya Cahferê Sadiq ne li Bexdayê, li Medîneyê ye. Belê aliyê xwe yê rast heye. Lê di encama lêkolînan de ev jî derdikeve holê , di sala 750 de Ebû Ebbas bi navê xwe yê din Seffah dawî li Xanedaniya Emewiyan tîne û dibe yekemîn xalîfeyê Ebasiyan. Lê kesekî gelekî xedare ku jê re dibêjin Seffah (Seffah di erebî de tê wateya xwînrij). Seffah dema ku desthilat e, Cahferê Sadiq li Medîneyê digire û wî tîne Iraqê û wî demekê li Iraqê digire. Em dikarin vê wekî sirgûniyekê jî pênase bikin. Di encamê de ev jî dide xuyakirin ku hatina Cahferê Sadiq ya Bexdayê bi vî awayî bû ye. Helbestên Behlûl jî gelekê ji wan winda bûne yên mayî jî bi saya pirtûka Serencam hatine parastin û gihîştine roja me. (Serencam navê pirtûka pîroz a yaresaniyan e ku di sedsala 15’an de ji aliyê Siltan Sahak ve hatiye nivîsandin. Yaresanî bawer dikin ku Serencam ji cîhanê re peyama paşîn a Xwedê ye û di goranî de ya resen bi fikra ku ji hêla Xwedê ve hatî damezrandin dihesibîne.) Dîsa li gor vê pirtûka Serencamê Behlûlê Mahî di sala 837’an de li herêma Tengegulê koça dawî dike. Di encamê de Behlûlê Mahî di baweriya Yaresanî de cihekî taybet digire û helbestvanekî kurd ê ku bi zaravayê Goranî helbest nivîsî ye. #BehlulêMahî #PîrtukaSerencam #BaweriyaYaresanî Rojnameya Xwebûn bi awayeke azad xebatên xwe yên rojnamegeriyê didomîne. Hûn jî li ser platforman dikarin Xwebûnê bişopînin. Malper: https://xwebun.org Twitter: / rojnamexwebun Facebook: / xwebun Instagram: / rojname.xwebun

2000 Years Old Persian Food in Tehran Bazaar | Iran Dizi!!!

Dîroka Kurdistanê - Baweriya Yarsanî

A German village in the middle of Georgia

Bişarê Çeto

Bazirgan û kurê wî Elîcan - çîrok - Rojîn Axa - Rêşad Sorgul رێشاد سۆرگول

Incredibly tasty spaghetti ready in 10 minutes! A quick, delicious pasta dinner recipe!

Georgiens himmlische Klöster (360° - GEO Reportage)

Endama Komeleya Star a Jinan behsa tundiya li ser jinan kir

Field of Vision - Our Allies: The Kurdish Women

I Left Private Jets & VIP Life for Islam! - Ex-Christian German’s Conversion to Islam

I Visited a Kurdish Village Off-Limits to Tourists! My Full Unfiltered Experience in Iraqi Kurdis...

Rupelek ji dîroka Kurdistanê | Evdilmecîd Beg û kurê wî Xalis Beg #BelgeFîlm

بازخوانی پروندهی امنیتی ترانهی «رسول رستاخیز» - قسمت اول؛ از افق جیرینگ جیرینگ صدای زنجیر میاومد

Karxezala Xalê Xwe - çîrok - serhatî - wêje - Seyîd Evran - Rêşad Sorgul رێشاد سۆرگول

Before Iran: The Lost Empire of Elam

Die Kurden. Wer sind ihre Vorfahren? Warum sind sie mit Juden verwandt?

Dîroka Kurdistanê - Xanedaniya Zend

Deskeftiyên Rojhilat jî bi yekitîya ve girêdayî ne

Hz. Ali – Episode 1 (New Islamic Series) #islam #film

