Ferhad Merdê - Orhano

ORHANO Li wir Li Rojava Bajarek hebû û di nava destanên xwînê de derwêşek hebû û di terîqeta azadiyê de dikete zikrê û di zikra azadiyê de li Serêkaniyê serxweş dibû Dîn dinû bi sitranekî bi ewirekî bi xeyalekî sebera xwe davêt herdem Ne zeman dikarîbû qêrînên wê bisekinîne Û ne jî tarî dikarîbû xewina wê bidawî ve bike Nedisekinî û lingê wê têrî rûniştinê nedikir Wekî wê ala ku di destê xwe bilind dikir Hesretên xwe li sînora dida Jêre digotin Orhano Sitirana civata zaroka Li berbanga sibeha de hemî kolan çavên xwe vedikirn bi dîtina Orhano û di wêneyekî ku eşq têde dixetimin Eşiqan xwe ber didan xeyalê Orhano Û dema bugarê xengîn dibû Kulîlkan xwe davête hembêza Orhano Orhano dimeşiya, dikeniya, bazdida, diqêriya, diçû, wek ku şanogerekî li ser textê şanoyekî bi êş hunda dibû Diçû! bi kûde diçû Dibe ku li sitiranekî digeriya Dibe jî bi baskên xeyalên xwe bi dîrokê re difiriya Dibe jî li pey sitirana xwe dekey Dibe jî ji vê dunyayê xeyidî be Dibe jî li goristanekî digeriya Da ku li Şehîdekî bibe mêvan Gelo hîn ne zûbû tu xatirê xwe ji me bixwaze Orhano Guliyên te çêbûn Te ji me dûr kirin Sebera ber dil bû Te hunda kirin (2) Azadî va tê Ji xemila Orhano Jê biqerin Bila biçe Bila xemên xwe bi şehîdan re parve bike Û bila ya dilê xwe li ser xêzikên vê dîrokê binivisîne Û bila rastiya însan ji dinyayekî din re bêje Ji boyî çavên ku hîn li ser wî negiriya bin Poşman bibe çima rondikekî xwe bi qurbana koça wî jî bike Jê biger! Bila biçe" قناة فرهاد مردي الشخصية على اليوتيوب بإمكانكم متابعة جميع اعمالي على هذه القناة جميع المواقع الخاصة بي : Ferhad Merdê : ► Facebook:  / ferhad.mirde   ► Instagram:  / .  . ► Spotify :https://open.spotify.com/artist/2f8sx... ► Apple Music :  / artist  . #Ferhad_Merdê #قناة_فرهاد_الشخصية