Rênas Zê - Dem u Dewran (Cover)

Rênas Zê Dem Û Dewran Muzîk : cûdî hemo Sitrangotin : Rênas zê Dengbêj : şêx berekat Tenbûr : azer xelo Derhêner : mazin îsyanî Kamîre : Eyaz xidir & Mazin îsyanî Çavkanî : seîd gezici . . . lyrics ... Bi sihara sibê ra, difurî bêhnâ tanurâ. Ji kerbê welat ez mirim, xerîbî çika zorâ. Roj şoq dida ser çîya, bêhna kulîlk û gîha. Ji guhê min na derkevê, dengê berxik û mîya. Dem û dewrana berê, nema li me di vegerê. Xwezî bi wa rojê go, em siwar dibun li kerê. Xewa siha, zinara, li ber bêhna pelê dara. Ji devê min na derkevê, ta’ma tirh û hinara. Axa bi xer û bereket, dida me hezar na’met. Min çawa hişt û ez hatim, welatê weke cennet. Dem û dewrana berê, nema li me divegerê. Xwezî bi wan rojê go, em siwar dibun li kerê. Bihar bi ser me da dihat, keyf û şahîya me dihat. Bi sed salê xerîbîyê, nadim rojeke welat. Dem û dewrana berê,nema li me divegerê. Xwezî bi wan rojê go,em siwar dibun li kerê.