Îbrahîm Xelîl Baran - Melayê Cizîrî behsa Kurdistanê dike
Merhabalar. Videolarımın çoğu Kürtçe veya Kürtlerle ilgili siyasi içerikte olduğu için YouTube'da reklam gelirleri sınırlanmaktadır. Bu yüzden çalışmaları desteklemek ve daha profesyonel içerikler için Patreon hesabımdan destekte bulunabilirsiniz. / ibrahimhalilbaran Îbrahîm Xelîl Baran, xezeleka Melayê Cizîrî şerh dike û welatperweriya wî derdixe holê. Ku îşaret bi bîşaret bidirit nexmeê çeng Ji ruwê ayineê dil biretin perdeê zeng Fehmê raz ger bigirî wer bibehê mujdeê saz Çengê bê perde dibêjit ne ney û nayê bi deng Weh ku bê şahid û mehbûbê te ‘umrê xwe buwar Karkî rabe bike weqt e ku êvar e dereng Berê meqsûdê ji Tûbê negirîn me‘lûm e Me ji destê xwe yî kotah û ji payê xwe yî leng Dilê yarê me nebû nermi bi sed abê girî Eserê dê çi bikit abê bi sed qetre li seng Sîne geh têt ku bik ger bit ew ji derbê muhbetê Me ceger şubhetê barût e we dil maye pereng Bi çi rengî me di dil xef bibitin gewherê ‘işq ‘Aşiqan muhbet û mihra zeriyan kifş e ji reng Kifş e mecmû‘ û perîşaniyê halê me di dil Ji serê zulfa perîşan û ji biska te ye şeng Ne tenê gezme dibarin me ji qewsê du hilal Me ji mijganê sîne têne ceger tîr û xedeng Mislê wê qewsê hilalê ku du nûn reyhanî Kê nîşan dane ji Şîraz û kê anîne ji Yeng Her li dora Hecerê eswed Hebeşan çerx û tewaf Tên wuqûfa ‘Erefatê bi sema Nûbî û Zeng Sef bi sef Turk û Muxul doguş û Hindî di kemîn Bi ‘eceb hatine cengê Hebeş û Rûm Fireng Mîr û Kirmanc li holan qederek westane Lê di nêvê bi sef û tîpê ‘Ereb hatine ceng Ji guher xunçe kuşaî digirit durcê ‘eqîq Bi şekerxende zenî ger bigirêt şekkerê teng Were bê perde Mela vê xezelê bîne meqam Her dema bêne sema def bi def û çengi bi çeng

Kinyazê Îbrahîm

Melaye Ciziri Aşkı

ŞÊX MÎZBAH

Sebrî Botanî - Digel Yezdan

Kürtlerin İslam Öncesi Dinleri - Leyla'yı Bulunca Ne Yapacağız? İbrahim Halil Baran

دیار دەرسیم میوانە و باسی دەکات بۆچی ئاڵای کوردستانی لەسەر شانی لاداوە

Giringiya Zimanê Kurdî - Necat Zivingî

Îbrahim Xelîl Baran - Xazeleka Melayê Cizîrî

Deng ê Kurdistane

Melayê Cizîrî Divanı 6. Gazel Dilber şikina

Bi Narê Firqetê - Melayê Cizîrî & Necat Zivingî

Hevpeyvîn- Hejar Mukriyanî piştî sî salan | هەڤپەیڤین- هەژار موکریانی دوای سێ دەیە

İbrahim Halil Baran - Wefayî / Henasey Aşiqan ( ههناسهی ئاشقان - وهفایی)

Serok Barzanî di Sempozyuma Melayê Cizîrî de axivî

Weşana Taybet '' Melayê Cizirî ''

Derazînk - Kultûrê Xwekêmdîtinê | دەرازینك - کەلتوورێ خوەکێمدیتنێ

Bîr - Şêx Mîzbah (2024)

Medler ve Mitanniler - Aryen Kürtler / Kürdistan Dersleri - 4 İbrahim Halil Baran - PAKURD Akademi

Melaye Ciziri Temo Îro Ji Derba Xencere

