Saîdê Goyî / Lo Şivano

Gotin û Mûzîk : Gelerî Album: Jinê (Saîdê Goyî ) Qeyd: Studio Aran Mix & Mastering: Roni Aran Adıbelli Berî-l bêriya têmo Li Pêşiya bêriya têmo Şivanî ez ne vêmo Lo Şivano lo Şivano Berî-l bêriya hatim Li pêşiya bêriya hatim Şivanî ez ne (a)xaftim Lo Şivano lo Şivano Li milê şivanî kulav e Runişt li ser berê nave Ser serê şivan bû tav e Pez ê şivanî belav e Bidin şivanî pêlave Şivan da pezî pil e Bêriya malê çav kul e Şîr doht u kir sitil e Hilgirt û bire mil e Lo Şivano lo Şivano (Li) pişta şivanî xwêdank e Bêriyê bîne çaydank e Mêjka bêriyê bê mak e Şîrê kirê hêj zake Îşêve ber u mak e Şîva şivanî mêlak e Lo Şivano lo Şivano li Zenda şivanî gopal e Bêrîno xwe bidine pal e Şivane buye kal e Şivanê li binê bîyê Ka bînin fillehîyê Sifrê deynin bêrîyê Bînin ava keviyê Lo Şivano lo Şivano Navê şivanî Emer e Wêlî yê malê Emer e Pez Biro dola zer e Ya li bin bêrê esmer e Navê şivanî Eli ye Wêliyê malê Eli ye Pez biro dola spî ye Ya li nav bêrê spehiye Navê şivanî Hevind e Wêliyê malê Eli ye Pez biro dora gund e Ya li ser bêrê bejn bilind e Navê şivanî mîr mişk e Wêlî yê male mîr mişk e Pez biro dola hişk e Ya li ser bêrê patik bi rişk e Lo şivano lo şivano Dil kulo dil kovano Xemgîro xem girano